CivakRojev

Serok Barzanî li gel wezîr û parlementerên PDK li Bexdayê civiya

Li Selahedîn Serok Barzanî li gel wezîr û endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê û berpirsên PDKê li Bexdayê civiya.

Di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî hatin gotûbêjkirin.

Di vê hevdîtinê de, Dr Fuad Husên Wezîrê Derve û Endamê Mekteba Siyasî, nêrînek li ser amadekariyên hilbijartinên encumenên parêzgehan û giringtirîn yasayên ku dê di vê demsalê de bên gotûbêjkirin, pêşkêş kir û ji wan jî yasaya petrol û gazê.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku me pirseke rewa heye û em hertim pabend in bi sê pirensîpên tewafuq û hevkêşe û hevsengiyê di hemû qonaxên proseya siyasî de.

Back to top button