
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku wan du komên çekdar ên girêdayî Tirkîyê ji ber kiryarên wan ên li dijî Kurdan û binpêkirina mafên mirovan li Rojava û Efrînê, ceza kiriye.
Wezaretê di derbarê mijarê de daxuyanîyek nivîskî da û diyar kir ku li dijî Tûgaya Suleyman Şah û Firqeya Hemze, ku di nav komên çekdar ên ku bi binpêkirinên mafên mirovan, revandin û talankirinê gelek caran derketine pêş û di bin kontrola Tirkiyê de ne, cezayên giran hatine sepandin.
Ji bilî her du komên çekdar, hat ragihandin ku 3 kesên bi navê Muhammed Huseyîn El Casim (Ebû Emşe), Welîd Huseyîn El Casim û Seyf Boule Ebubekir hatine cezakirin.
Di derbarê biryara qedexekirinê de hat gotin ku her du komên çekdar gelek binpêkirinên mafên mirovan li dijî Kurdên Efrînê kirine û rê nedane ku herêm baş bibe.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku, “Amerîka bi biryar e piştgiriya gelê Sûrîyê bike da ku bêyî tirsa tundî û îstismarkirina komên çekdar bijîn” û bal kişand ser kiryarên her du komên çekdar.


