CîhanRojev

Li Hawaî di şewata daristanan de hêjmara miriya bû 111 kes

Di şewata daristanan a li Mauî ya ku yek ji giravên herî mezin ê eyaleta Hawaî ya Amerîkayê ye de, hejmara miriyan bû 111. Hate diyarkirin ku ji hezarî zêdetir kes hîn winda ne. Waliyê Hawaî Josh Green jî diyar kir ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane dibe du qat zêde bibe û piraniya cenazeyan nayên naskirin. Ajansa Rêvebiriya Lezgîn a Maui ragihand ku ji bo ji nû ve avakirina giravê dê 5,52 milyar dolar pêwistbin..

Karasata şewatên daristanan ên ku di 8’ê Tebaxê de li Mauî ya bajarê Hawaî ya DYA’yê dest pê kiribû her ku diçe mestir dibe. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Îdareya Mauî ve hat dayîn de hat ragihandin ku hejmara kesên di şewata daristanan de jiyana xwe ji dest dane bûye 111 kes.

Hat diyarkirin ku nasnameya 5 kesên jiyana xwe ji dest dane hatine tespîtkirin û malbatên wan hatine agahdarkirin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî dewam dikin. Tê gotin ku ji hezarî zêdetir kes jî winda ne.

Hawaii'deki orman yangınlarında can kaybı 111'e yükseldi
Hawaii'deki orman yangınlarında can kaybı 111'e yükseldi
Hawaii'deki orman yangınlarında can kaybı 111'e yükseldi



Back to top button