CîhanRojev

Kovîd-19 a nû belav dibe

Bi belavbûna guhertoya nû ya Kovîd-19 Erîs re li Îngilîztan û DYA yê serlêdanên nexweşxaneyan zêde bûn.

Hat diyarkirin ku li Fransayê di nava hefteyekê de ji sedî 25 nexweşên Kovid 19 Erîs zêde bûne. Tê daxuyandin ku Erîs (EG.5.1), ku cûreyekî guhertoya Omicron a coronavirus (Kovid-19) e, li gelek welatan belav bûye. Hat ragihandin ku bi guhertoya nû re li Îngilîstan û DYA yê serlêdanên nexweşxaneyan zêde bûne.

Li Fransayê jî daxuyanî hatin dayîn ku bi demsala betlaneyê re belavbûna guhertoya nû zêde bûye.

FRANSA

Li gor nûçeya Radyoya Navnetewî ya Fransî (RFI), di daxuyanîya Sazîya Tenduristiya Gel a Fransayê de, hatiye ragihandin ku li hemû herêman hejmara nexweşên Erîsê zêde bûne, lê herî zêde li herêmên betlaneyê yên gelêrî zêde bûne. Li Fransayê di rojên dawîn de hejmara kesên ku bi gumana Kovîd-19ê rakiribûn nexweşxaneyan zêdebûnek hatiye dîtin. Di daxuyanîyê de hatiye diyarkirin ku di kesên navbera 15 û 74 salî de ji sedî 25 zêdebûn çêbûye.

BRÎTANYA

Li gor Ajansa Ewlehîya Tenduristî ya Brîtanyayê), guhertoya nû Erîs bi qasî nîvê bûyeran, ji sedî 39.4 pêk tê. Rayedaran ragihand ku ew ji nêz ve rewşê dişopînin ji ber ku zêdebûna bûyerên Kovîd-19 li çaralîyê cîhanê berdewam dike.

Back to top button