
Wezîra Dadê ya Hollandayê Yeşîlgoz bû seroka nû ya partîya serokwezîr Mark Rutte, Partîya Gel ji bo Azadî û Demokrasîyê.
Wezîra Dadê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz, ku bi xwe Kurda Dersimê ye, bû seroka nû ya partîya serokwezîr Mark Rutte, Partîya Gel ji bo Azadî û Demokrasîyê (VVD) û ragihand ku ewê piştî hilbijartinan dest ji siyaseta aktîf berde. Yeşîlgöz, di daxuyanîya xwe ya medya civakî de wiha got: “Serokîya VVD şerefeke mezin e. Ji bo bawerîya we spas! Niha jî emê bi hêzek mezin dest bi xebatê bikin, gelek tişt hene”. Di derbarê mijarê de li ser hesabê fermî yê partiya muhafezekar VVD daxuyanî hat dayîn.
Li Hollandayê ku ji ber lihevnekirina polîtîkaya koçberiyê hikûmeta koalîsyonê hat betalkirin, Wezîra Dadê Yeşîlgoz di 12ê Tîrmehê de ji bo kursiyê vala yê Serokwezîr Rutte namzetîya xwe danîbû û diyar kiribû ku ew ê piştî hilbijartinê dest ji siyaseta aktîf berde.



