CîhanRojev

Li Hawaîî di şewatan de 89 kes mirin

Di şewata ku bi rojan e li Hawaîî dewam dike de hejmara mirîyan derket 89an. Şefê agirkujîyê Moore-Merrell got ku “Ev agir di 100 salên dawî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de şewata herî kujer e“.

Hejmara kesên ku di şewata daristanên li eyaleta Hawaîî ya Amerîkayê de jiyana xwe ji dest dan derket 89an. Hat ragihandin ku bûyer wek şewata daristanan hatiye qeydkirin û di 100 salên dawî de li welêt şewata herî mezin e. Rayedarên herêmê li ser rewşa dawî ya şewata daristanên li Girava Mezin û Girava Mauî civînek çapemeniyê li dar xistin.

Li gor nûçegihanên çapemenîya herêmê, Walîye Hawai Josh Green ev agahî parve kir: “Niha hûn hemû meraq dikin ku îro li qadan çi qewimî. Mirin zêde bûn. Hejmara mirîyan derket 89an”. Green anî zimên ku ew li bendê ne hêjmara mirîyan hîn zêdetir bibe û wiha got: “Ev felaketa herî mezin e ku Hawaî jiyaye. Nêzîkî 2 hezar û 200 avahî hatin rûxandin û 6 milyar dolar zirar çêbû”. 

Ne tenê li Amerîkayê, li gelek welatên din jî ji ber germa zêde agir bi daristanan ketiye û mirov mirine. Herweha li Tirkîyê û li Bakurê Kurdistanê jî li gelek herêman çiya û daristan şewitîne û ziyanek mezin gihaye xwezayê.

Back to top button