Li rapirsînekî de li welatên Ereban de, ciwanên ereba ji bo welatên xwe hevalbendên herî bi hêz Tirkiye û Çînê dibînin. Rapirsînek ji aliyê Dezgehê ragihandinê ya Cîhanî ku li Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) ve hatiye amadekirin, li 53 bajarên welatên Erebî bi 3600 ciwanan re rû bi rû hevdîtin pêk anîn û encama vê rapirsînê hatiye belavkirin.
Li gorî rapirsînê, ji sedî 82yê ciwanên Ereb ên di navbera 18-24 salî de Tirkiye weke “hevalbendeke xurt an jî hinekî bi hêz” dîtine û piştî wê Çîn bi ji sedî 80’ê di rêzê de ye.
Li aliyê din Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi rêjeya ji sedî 72, li pişt Almanya (ji sedî 78), Fransa (ji sedî 74) û Hindistan (ji sedî 73) di rêza 7. de cih girt.
Di kategoriya hevalbendê herî pêbawer ê cîhana erebî de, Qatar bi rêjeya ji sedî 90 di rêza yekem de cih girt. Piştî wê Misir ji sedî 89, Îmarat ji sedî 88 û Erebistana Siûdî ji sedî 86 tê.
Sêyeka kesên beşdarî anketê bûne Amerîka wek welatê herî zêde li herêmê xwedî bandor e, Îmarat ji sedî 11, Erebistana Siûdî û Îsraîl ji sedî 10 di rêzê de ne.
Wekî din, ji sedî 87 ji ciwanên Ereb, Dewletên Yekbûyî wekî “dijberek bihêz an radeya dijmin” binav kirin.

Li gora Civwanên Ereb Hevalbendên bi hêz bi vî awayîne:
1- Qeter
2- Kuweyt
3- Misir
4- Îmarat
5- Erebistana Siûdî
6- Türkiye
7- Çîn
8- Brîtanya
9- Almanya
10- Fransa
11- Hindistan
12- DYA
Encamên rapirsînê, ku mijara koçberiyê jî amaje bi wê yekê kir, eşkere kir ku xortên Ereb her ku diçe xwe biyanîbûna xwe ji hikûmetê û proseya biryargirtinê hîs dikin û her ku diçe ji xwendin, kar û buhabûnê bêhêvî dibin.
Rapirsiyê nîşan da ku zêdetirî nîvê ciwanên Ereb li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji bo jiyaneke baştir welatê xwe terikandine, ku sêyeka wan jî li welatên dewlemend ên Kendavê jî difikirin ku biçin derve.



