Serokê Sûrîyê Beşar Esad di daxuyanîyekê de behsa terora li Sûrîyê kir û anî zimên ku “sedema terora li Sûrîyê dewleta Tirkîyê ye. Çima ezê bi Erdogan ra hevdîtinê bikim? Ji bo vexwarinê?”
Tevahîya hevpeyvîna Serokê Sûrîyê Beşar Esed bi Sky News Arabia re hat weşandin. Esad bal kişand ser hevdîtina xwe ya muhtemel a bi Serokê Giştî yê AKPê Tayyîp Erdogan re û got: “Armanca me derxistina Tirkîyê ji xaka Sûrîyê ye û armanca Erdogan jî meşrûkirina êrîşa Tirkîyê ya li Sûrîyê ye”.
Esad di dawîyê de got: “Ezê çima bi Erdogan re hevdîtinê bikim? Ji bo vexwarinê?”.