
Serdozgerîya Rotterdamê ragihand ku di meha Tîrmehê de, di operasyonekê de 8 hezar û 644 kîlo kokaîn bi nirxê 600 milyon euroyî hatiye desteserkirin.
Di operasyona meha Tîrmehê, de li bendera Rotterdam a Hollandayê kokaîna ku bihayê wê 600 milyon euro ye hatiye bidestxistin. Li gor Dozgerîya Rotterdamê, 8 hezar û 644 kîlogram kokaîn hejmara herî mezin a tiryakê ye ku heta niha di yek danûstandinê de li Hollandayê hatiye girtin. Di daxuyanîya serdozgerîyê de, hat diyarkirin ku tiryak di konteynira ku mûz barkirî de ji Ekvadorê derketibû rê û di ser Panamayê re gihiştiye Rotterdamê.
Li gor nûçeya BBC, dozgerîyê ragihand ku di 13ê Tîrmehê de li bendera Rotterdamê wezîfedarên gumrikê bi kûçikên taybet ên perwerdekirî konteynerên mûz barkirî kontrol kirine û di nava mûzan de 12 palet kokaîna veşartî hatiye dîtin.
Di çarçoveya operasyonan da 8 hezar û 644 kîlo kokaîn a ku bihayê wê 600 milyon euro ye hat îmhakirin. Serdozgerîyê daxuyand ku lêpirsîna ji teref ekîbên Îstîxbarata Malî, gumrik û polîsan ve bi hevparî tê kirin dewam dike. Di sala 2005an de 4 hezar û 600 kîlogram kokaîn li Rotterdamê, bendera herî mezin a Ewropayê, bi carekê hatibû desteserkirin. Di Çileya 2021ê de, 4,178 kîlo kokaîn di konteynirek soya de, ku ji Paraguayê şandin Portekîzê, dîsa li Rotterdamê hat girtin. Hat diyarkirin ku tiryak li Ûrûgûayê hatiye barkirin.
Di 6 mehên destpêkê yên îsal de li Hollandayê bi giştî 29 hezar û 702 kîlo kokaîn hat bidestxistin.
Serokê Sendîkaya Polîsên Hollandayê Jan Struijs difikire ku desteserkirina vê miqdara kokaînê wê di nav mafyaya narkotîkê de bibe sedema şerekî.


