
Tedros Adhanom Ghebreyesus, Rêvebirê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO), hişyarî da ku xetera derketina guhertoyek xetertir a COVID-19 ku dikare bibe sedema zêdebûna bûyer û mirinan heye.
Ghebreyesus, di daxuyanîya xwe ya civîna çapemenîya heftane ya WHO de, bi bîr xist ku wî 3 meh berê ragihandibû ku her çiqasî dawî li COVID-19 hatibe jî, cûreyên din yên COVÎD 19 berdewam in û ev yek ji bo tenduristîya cîhanî xeterek mezin e.
Ghebreyesus, destnîşan kir ku kêmbûna bûyerên COVID-19 û mirina ku li seranserê cîhanê ji wê dîrokê û vir ve hatine ragihandin berdewam dike.
Ghebreyesus diyar kir ku di hejmara welatên ku daneyan ji WHO re radigihînin kêm bûye û got: “Ev nayê wê wateyê ku li welatên din mirin an nexweşxaneyê tune, ev tê vê wateyê ku ew wan ji WHO re ranagihînin. Tevî van pêşkeftinan, WHO xetera tenduristîya cîhanî ya COVID-19 bilind binirxîne. Vîrus li hemû welatan belav dibe, dikuje û diguhere. WHO guhêrbarên cihêreng dişopîne, di nav de guhertoya EG.5 (Eris) û covîdek xeternaktir dikare ji nişka ve bibe sedema zêdebûna bûyer û mirinan. Metirsîya derketina vî rengî berdewam dike”.
Ghebreyesus, bang li welatan kir ku çavdêrîya li ser COVID-19 bidomînin da ku meylên giranîya nexweşiyê û berevanîya nifûsê û her weha guhertinên di vîrusê de bên tespîtkirin û destnîşan kir ku divê hemî welat daneyên COVID-19 ji WHO an çavkanîyên vekirî re ragihînin.


