PolîtîkRojev

Daxuyanîya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Iraqê Pêşewa Hewramanî ragihand ku du peyamên wan hene ku yek ji alîyên herêmê re heye ku ji bo gotûbêjkirina qanûna neft û gaza siruştî vexwendine û ji alîyên Iraqî xwest ku para herêmê û mafên darayî bidin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hewramanî, îro di daxuyanîya xwe ya çapemenîyê de ragihand ku Herêma Kurdistanê dixwaze mafên gelê Kurdistanê li Bexdayê bê paraztin û got: ”Li ser vê mijarê du peyamên me hene, yekem ji bo Rêveberîya Herêma Kurdistanê û duyem ji bo alîyên Iraqî ye”.

Hewramanî tekez li ser wê yekê kir ku pirsa proje yasaya neft û gazê karekî pêşîn e û ji proje yasaya bûdçeyê cuda ye, daxwaz ji hemû alîyên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo amadekirina proje yasayê di çarçoveya destûrê de ji bo diyalogê amade bin.

Hewramanî di peyama duyem de ji bo Iraqê got: “Peyama me ji bo alîyên Iraqî radestkirina maf û berjewendiyên herêmê ye, tiştekî din nayê qebûlkirin û danûstandinên di navbera me de heta niha di qonaxa destpêkê de ne. Em naxwazin tiştên ku di proje yasaya bûdçeyê de hatine kirin, di fatûreya petrol û gazê de jî dubare bibe“.

Back to top button