
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrîyê ragihand ku Tirkîye û komên girêdayî wê di nava 7 mehan de li Efrînê 13 kes kuştine û 208 kes jî revandine. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrîyê têkildarî sûcên Tirkîyê yên di 7 mehan de li Kampa Serdem a Şehbayê ku şêniyên Efrînê lê dihewin, daxuyaniyek da. Parêzerên kantonên Efrîn û Şehba û şênîyên Kampa Serdemê jî beşdarî daxuyanîyê bûn.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Mihemed Ebdo di vê derbarê de daxuyanîyek da. Ebdo da zanîn ku Tirkîye siyaseta xwe ya guhertina demografîk li herêma Efrînê didomîne û got: “Bi sûcên wek komkujî, revandin, tundî, fidye, desteserkirina mal û milkên gel, her wiha bi firotina malzemeyên desteserkirî mafên mirovan binpê dike, sûk û xwezayê xerab dike”.
Mihemed Ebdo bîlançoya binpêkirinên mafan û tawanan ji destpêka sala 2023an û vir ve wiha rêz kir:
* 24 jin û zarokek jî di nav de 208 welatî rastî destavêtinê hatin, hatin revandin.
* 3 jê jin 13 kes hatin qetilkirin.
* Zêdeyî 16 hezar dar hatin birîn, ji hezarî zêdetir dar hatin hilkirin û zêdeyî 70 hektar erd jî şewitîn.
* Piranîya cihên dîrokî û herêmên paraztinê yên wek Eyn Dara, Nebî Horî, Şikefta Duderî, Gora Marmaron ku di lîsteya mîrata cîhanê ya UNESCOyê de ne, hilweşandin. Berhemên dîrokî hatin talankirin û li bazarên reş ên cîhanê hatin firotin.
* Li Efrîna dagirkirî guhertina pêkhateya demografîk û avakirina malên kolonyalîst bi piştgirîya aborî ya rêxistinên Tirkîye, Kendavê û Filistînê dewam dike. Dewleta Tirk bi piştgirî û fînansekirina komeleyên girêdayî Birayên Misilman (Îxwan) ên wek Eyadî El Beyda, Kuwêt El Rehme û Binyan El Qatarî nêzî 30 malên kolonî ava kirin”.
‘QIRKIRINA ÇANDÎ’
Ebdo wiha berdewam kir: “Ji van tawan û binpêkirinan ya herî metirsîdar, guhertina demografîk e ku êdî gihiştiye asta qirkirina çandî. Dewleta Tirk navê Meydana Azadîyê ku yek ji meydanên sereke yên navenda Efrînê ye, kir Qada Ataturk, navê gundê Qestela Miqdad jî kir Selçûk Obasî. Herwiha navên Kurdî yên cihên stratejîk bi Tirkî hatin guhertin. Li her tabelayê û li her derê gund, navçe û navenda bajêr ala Tirk û posterên Erdogan hatin daliqandin. Di dibistanan de malzemeyên Tirkî dihatin bikaranîn. Li ser cil û bergên xwendekaran ala Tirkîyê hat dirûtin. Navên tabelayên li dikandaran bi Tirkî hatibûn nivîsandin. Li gel van hemû pêkanînên nîjadperestî, dewleta Tirk a dagirker cihên olî û perestgehên Êzdî, Elewî û Xiristiyanan jî wêran kir. Gelên li herêmên dagirkirî dijîn neçar kirin ku nasnameya xwe ya Tirkî derxin. Dewleta Tirk a dagîrker rêyên trênê yên Mîdan Ekbes ên li navçeya Raco ya ji Kefer Cen û Qitmê yên navçeya Şera re derbas dibûn rakirin û firot bazirganên Ezazê.
Ebdo bal kişand ku Tirkîye û komên girêdayî wê her roj êrîşî gund û kampên koçberan ên li herêma Şehba dikin û wiha got: “Ev hemû êrîş û sûc li ber çavên cîhanê pêk tên, lê em li hemberî van kiryarên nemirovane kor, kerr û lal in. Armanc ew e ku zextê li welatîyên li kamp û gundan bikin da ku ji herêmê derkevin û hêvîya wan a vegerê li cîh û warên xwe yên li Efrînê qut bike”. Ebdo, wek rêxistineke qanûnî bang li hemû rêxistinên navdewletî û rêxistinên mirovî û bi taybet Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku “berpirsiyarîya xwe ya exlaqî-siyasî ya mirovî û erkên xwe yên yasayî bi cîh bînin”.


