
Wezareta Bergiriya Tirkiyeyê di derbarê operasyonên xwe de daxûyaniyek ragihand û got ku, di çerçoveya “Operasyona Pence-Kilîd” a artêşa Tirkiyeyê de 4 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane û leşkerek jî birîndar bûye.
Eve demeke operasyonên Tirkiye li başûrê Kurdistanê li himber çekdarên PKKê berdewam dikin. Weareta Bergiriya Tirkiye navê leşkerên ku di operasyonê de jiyana xwe ji dest dayîn eşkere kir. Kemal Özek’in (26) ji bajarê Denizliye, Fatih Uğur Altınbaş’ın (27) ji Elezîzê ye, Mahmut Üçdağ (24) ji Diyarbekirê ye û Uğur Özdemir jî ji Dilokê ye.


