
Şanda Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo gotûbêjkirina mijara hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên siyasî yên navbera PDK û YNKê serdana serokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî kir.
Di civînê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser berdewamiya diyalog û têgihîştina di navbera hemû aliyan de ji bo parastina yekrêziya gelê Kurd û hemû pêngavan bo bidestxistina berjewendiyên bilind hate kirin.
Her li vê hevdîtinê de tekezî li ser dabînkirina mafên herêmê û parastina mafên mûçeyên karmendan hat kirin û her du alî li ser parastina mafên herêmê li ser bingeha destûr û yasaya bûdceyê li hev kirin.
Rewşa ewlekarî ya deverê û çareser kirina pirsgirêkan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û biryar hat dayîn ku ji bo derbaskirina pirsgirêkan û parastina aramiya siyasî, emnî û civakî gavên cidî û pratîk bên avêtin.