PolîtîkRojev

Şanda Polîtburoya PDKê serdana Bexdayê dike

Şandeke Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Bexdayê dike û hejmarek hevdîtin û civîn ligel partî û aliyên siyasî yên Iraqê pêktîne. Roja Yekşemê, şandeke bilind a Polîtburoya PDKê serdana Bexdayê dike û ligel aliyên nav Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê û hejmarek aliyên din ên siyasî yên Iraqê dicive.

Şanda PDKê, mijara cîbicîkirina karnameya kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî, cîbicîkirina yasaya budceya giştî ya Iraqê, amadekirina projeyasaya petrol û gaz û hejmarek mijarên din ligel aliyan gotûbêj dike.

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî serokatiya şandê dike û her yek ji Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Piştîwan Sadiq, Fuad Husên û hejmarek endamên din ên polîtburoyê serdana Bexdayê dikin.

Back to top button