CivakRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê kir

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Yekêtiya Ewropayê li Iraqê Villa Variola kir û spasiya hewlên Yekîtiya Ewropayê ji bo pêşxistina peywendiyên Yekîtiya Ewropayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê paşerojê de jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, birêz Variola spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku di erkê wî de hevkarî û piştevaniya wan kirine û hêvî xwest ku di heman asta hevkariyê de ligel cîgirê wî berdewam bin.

Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî mijareke dinê hevdîtinê bû.

Back to top button