
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta cejna Çileyê Havînê peyamek belav kir û cejn li Ezidiyan pîroz kir.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Cejna Çileyê Havînê bi germî li hemû xuşk û birayên êzidî li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im cejneke aram û cejneke xêr û xweşiyê derbas bikin.
Di demekê de ku cejn hevdem e ligel bîranîna jenosîda Êzdiyan, em hemû qurbaniyên Êzdiyan bi rêz û hurmet bibîr tînin, dilê me ligel malbatên wan û hemû xwişk û birayên Êzidî ye yên ku heta niha jî vê karesatê dinalin. Em hemû piştrast in ku em ê her tim piştgiriyê bidin wan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2023/8/2


