Rojeva yekemîn ya PKKê dijminitiya Kurdan û Kurdistanê û PDKê ye…
Lewra dewletên kolonyalist baş dizanîn ku jiholê rabûna Tevgera Neteweyî ya Barzaniyan, bi tevayî têkçûna tevgera milî ya neteweya kurd dibe…
Îbrahîm GUÇLU
Dema em ji destpêkê heta îro kar û xebatên PKK bidin berçav û şirove bikin em dê gelek bir rehetî bibinin ku her deme li dijî kurd û Kurdistanê û nirxên neteweyî yên kurdî û Kurdistanê nexşeyek derdikeve holê. Dema ku ew nexşa bê ber çav û şirove jî bibe her kurdek gelek bi rehetî dibine û nas dike ku PKKê rêxistineke Kurd û Kurdistanê nîne. Projeyeke biyanî ye û projeya dewleta Tirk ya kolonyalist e.
Ew nexşerêya PKKê çibû? Em wê bînin bîra xwe û bîra hemû kurdan û xwendevanan.
-PKKê, roja ku wek grubekê derketiyê qada siyasî di destpêkê hemû rêxistinên Bakurê Kurdistanê û piştî salên 1980yî jî hemû rêxistinên beşên din (Rojhelatê-Başurê-Rojavayê) dijmin pejirandiyê, ji bona ku wan rêxistinan ji holê rake tevgeriya..
-PKKê, ji bona rêxistinên Kurdistanê ji holê rake bi dewletên kolonyalist û bi taybetî jî bi rêxistinên wan yên ewlekarî û îstixbaratî re pêwendiyên xwe pêk aniye û her dem raste rast ji wan alîkarî girtiye.
-PKKê, hemû nirx û hêjayiyên neteweyî yên Kurd û Kurdistanê biçûk dîtiye. Zimanê kurdî biçûk dîtiye û Tirkî û Farisî û Erebî di ser zimanê kurdî re girtiye.
-PKKê, ji Ala Kurdistanê re dijminitî kiriye.
-PKKê, di destpêkê de her çiqas hebûna Kurdistanê û tekîtiya Kurdistanê ji bona ku kurdan û ciwanên Kurdistanê li derûdora xwe bicivîne pejirandibe jî, di qonaxa dawî de li dijî Kurdistanê û yekîtiya Kurdistanê tevdigere. Li Rojavayê Kurdistanê navê Kurdistanbê kiriye “Bakura Sûriyeyê”.
-PKKê, li dijî erdnîgariya Kurdistanê ye.
-PKKê, xebatên sivîl û rêxistinên sivîl û kîtlewî; xebatên çapemenî û çandî û edebî yên kurd her deme biçûk dîtiye. Ji wan berheman re dijminitî kiriye.
-PKKê, fikr û ramanên biyanî yên wek Kemalîzmê û Baasîzmê û Stalînîzmê di ser fikr û raman û efkarên nasyonalist yên kurdî re girtiye. Li dijî nasyonalîzma Kurd şerekî dijwar meşandiye. Nasyonalîstên Kurd dijmin pejirandiye.
-PKKê, li dijî dewleta neteweyî ya kurd e. Dewleta neteweyî ya Kurd kevneperest dibine. Dewletên neteweyên ereb û tirk û faris rewa dibine; ew dewletên kolonyalist ku Kurdistan dagirkirine û îlxak kirine, diparêze û dixwaze wan demokratîze bike.
-PKKê, ji destpêkê de li dijî serhildanê neteweyî yên Kurdistanê bû. Hemû serhildanên neteweyî yên Kurdistanê bi hişmendiya Kemalîzmê şirove û terîf kir. Ew serhildanên pîroz kevneperest û ne rewa îlan kir. Li dijî wan şerekî dijwar meşand. Ew jî raste rast daxwaza dewleta Tirk û dewletên din yên kolinyalîst re xizmetkirin bû.
-PKKê, bi taybetî li dijî Tevgera Rızgarîxwaz ya Başûrê Kurdistanê tevgeriya, û serokatiya Barzaniyan ya dema Şêx Ebdûlselam Barzanî û Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs-Mesûd Barzanî wek kevneperest terîf kir û ji bona tevgera Barzaniya bêrûmet bike tevgeriya. Lewra dewletên kolonyalist baş dizanîn ku jiholê rabûna Tevgera Neteweyî ya Barzaniyan, bi tevayî têkçûna tevgera milî ya neteweya kurd dibe. PKKê jî ev siyaseta meşand.
-PKKê, bi deh hezaran kurdperwer û kurd li her çar beşên Kurdistanê şehîd kir.
-PKKê, bi zanatî ciwanên Kurdistanê dide kûştin û bi xwe dikûje.
-PKKê, li hemû beşên Kurdistanê li ser navê dewletên dagirker destwerdana tevgera neteweyî yên Kurdistanê û rêxistinan dike. Loma jî li Başûrê Kurdistanê gelek herêm û gund, Şengal dagirkiriye. Li Rojavayê Kurdistanê li ser navê Rejîma Baasê îradeya gele kurd xesip kiriye û bi dîktatoriya xwe zûlmeke mezin li gele me dike.
-Li Bakurê Kurdistanê ji bona tasfiyekirina Tevgera Neteweyî misyona xwe pêk anî. Li Rojavayê Kurdistanê jî Tevgera Neteweyî tasfiye kiriye û xistiye bin bandora ereban. Li Başûrê Kurdistanê jî, ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake û rêxistinên Kurdistanê û Hikûmetê tasfiye bike bi dewletên kolonyalîst û rêxistinên dijminên neteweya kurd wek Haşdî Şabî re xebat dike. Piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê ji bona ku Kerkuk bê dagirkirin rola xwe ya dijminitî bi kar anî.
Dema ev karen PKKê bên şirove kirin gelek aşkere derdikeve holê ku PKKê rêxistineke kurdan û Kurdistanê nîne. Projeya Dewleta Tirk ya kolonyalist e. Pişt re jî ketiye bin xizmeta 3 dewletên din yên kolonyalîst.
Loma jî Rojeva yekemîn ya PKKê dijminitiya Kurdan û Kurdistanê û PDKê bûye.
PKK-Ê DI VÊ QONAXÊ DAWÎ DE JÎ DIXWAZE KU LI DIJÎ PDK-Ê ENIYEKE ŞER ÇÊ BIKE. DIVÊ HEMÛ KURD LI DIJÎ EV PLANA QIRÊJ û XETER YA PKK-Ê DERKEVIN…
PKKê li himberî PDKê banga “Yekitiyek Netewî“ dike. Berpirsiyarê PKKê Karasû dibêje ku li hemberî PDKê divê hemû rêxistinên Kurdistanê “yekîtiyeke neteweyî” çê bike. Ji bona vê jî pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê ya Dewleta Tirk nişan dide. Qesta wî YA AŞKERE ew e ku li hemberî PDKê eniyeke şer çê bike.
Gelek aşkere ye ku pêşniyara wî ne ji bona xêrê ye. Ji bona dijminitiya kurdan û Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê ye.
PKKê “dema tiştek nemîne, herdemî PKK dikare ji bo xwe rojevekî çêbike -(yê rastî rojeva xwe ya yekemin ya li dijî kurdan û Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê ye. Her deme ev projeya xwe gorî şertan nû dike- û berê xelke bide vê rojevê û gotubêj li ser bête kirin. Propagandeya derewan û dezenfarmasyon karê siyaseta PKKê ye û bi vê de jî gelekî serkeftine. PKK niha mijûlê çiye? Rastî ew bi xwe jî nizanin dê çi bikin, ji bilî fermana ji dewletên dagirker bigrin û êrîşê destkeftiyên Kurdistanê bikin.”
Divê kurd û kurdpewer û rêxistinên Kurdistanê nayên lîstika PKKê û li dijı plana wan ya qirêj derkevin.
PKKê hesap û plan dike ku dema zora PDKê bibe, dikare gelek bi hêsanî zora rêxistinên din yên Başurê Kurdistanê bibe û an jî wan bixe bin bandor û hegemonyaya xwe.
PKKê baş hesab û plan dike ku dema zora PDKê bibe û PDKê tasfiye bike, dikare gelek bir rehetî plana dewletên kolonyalist ku dixwazine Dewleta Federe ya Kurdistanê tasfiye bikin, bixe jiyanê.
Divê kurd û kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê îzin nedin ev plana qirêj û xeter bikeve jiyanê. Helîn û pêşeroja hemû kurdan Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê bê tasfiye kirin.
PKKê bi demagojiye rastiyê serûbinî dike. Pêwendiyên Dewleta Federa ya Kurdistanê bi Dewleta Tirk re pêwendiyên dîplomatîk û dewletbûnê ne. Pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistanê û PDKê bi dewletên din yên cîran u kolonyalist re jî heye.Ev pêwendiyan li ser bingeha wekheviyekê didomînin. Dewlet”n kolonyalist qiymetê didin Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî,, Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Neçırvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî. Serokên Kurdistanê bi Ala Kurdistanê pêşwazî dikin.
PKKê bi xwe xûlama çar dewletên kolonyalist e. Bi ev êrîşa xwe dixwazeê ku ev pêwendiyên xwe jî veşerîne.
Tatwan, 28. 07. 2023