Li avahiya HUDAPARê ya li bajarê Edenê bi kêrê êrîşê serokê HUDAPARê yê şaxa Edenê û sekreterê partiyê yê heman bajarî kir. Di encama êrîşê de, serokê partiyê yê Edenê Salih Demir birîndar bû û sekreterê partiyê Sacit Pişkin jiyana xwe ji dest da. Bûyer li izgefta avahiya HUDAPARê de pêkhat. Bûyer doh evarî demjimêr 17.00ê de rûda.
HUDAPARÊ li ser hesabê xwe yê Twitterê daxûyaniyek belav kir û dibêje: li bajarê Edeneyê, Serokê Şaxê Edeneyê yê HUDA PARê Salih Demîr û sekreterê partiyê yê Edeneyê Sacit Pişgin dema li avahiya partiyê nimêj dikirin rastî êrîşa bi kêran hatin.
Sacît Pişgîn û Salih Demîr bo nexweşxaneyê hatine veguhestin lê tevî hemû hewlan Pişgîn jiyana xwe ji dest daye.
HUDA PAR dibêje: “Em êrîşkar û zalimên li pişt vî sûcî lanet dikin! Em hêvî dikin ku bûyer di zûtirîn dem de bê ronîkirin.”
Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê Halef Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê êrîşê de daxuyanî da.
Halef Yilmaz dibêje: “Serokê me yê Edeneyê Salîh Demîr û Sekreterê Parêzgeha me Sacît Pişgîn dema nimêj dikirin rastî êrîşa bi satiran hatin. Sekretera me Sacît şehîd bû û Serokê parêzgeha me jî birîndar bû. Em dê ji baronên tiryakê yên ku ev kar kirine hesab bipirsin û em dê dev ji meseleyê bernedin.
Ew ne bûyerek ne minferid e. Êrîşkar du kes in. Destên wan kesên qaşo bi siyasetmedar û rojnameger ên ku HUDA PARê kirin hedef jî bi xwîna me pîs bûn. Li Edeneyê trafîka tiryakê ya qirêj heye. Divê berpirsyarên vî karî bên dîtin.”