Iraq û Îran li ser avakirina xalek sînor ya hevbeş li hev kirin
Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şîmerî û Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî li Deriyê Sînor ê Zerbatîye yê parêzgeha Wasitê ya başûrê Iraqê civîyan. Piştî hevdîtinê herdu wezîran di derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî dan çapemenîyê.
Li gor çapemenîyê, Şimerî got ku, “me îro li Derîyê Sînor ê Zerbatîye yê parêzgeha Wasitê, li navenda 3. Fermandehiya Herêmî ya Pasevanên Sînor pêşwazî li Wezîrê Navxwe yê Îranê û şanda pê re kir û civînek li dar xist”.
Wezîr Şimerî, bal kişand ser wê yekê ku parêzgarên Besra û Wasit, Serokê Rêveberîya Derîyên Sînor û berpirsên pilebilind ên her du welatan di civînê de amade bûn û got: ” Armanca civînê bilindkirina asta hemahengî û hevkarîya li sînorên navdewletî ye”.
Şimerî herweha got: “Me li hev kir ku xalek sînor ya hevbeş di navbera her du welatan de bê vekirin da ku hevahengîya danûstandina zanyarîyan di navbera her du alîyan de bê kirin û vegerandina mêvanan bê kontrolkirin”.