
Hat ragihandin ku li Qeladizê di encama êrîşek çekdarî de 2 pêşmergeyên Partîya Demokrata Kurdistana-Îranê (PDK-Î) jiyana xwe ji dest dane.
Li gor hatiye ragihandin, 3 pêşmergeyên PDK-Î li gundê Hellşoyê yê navçeya Qeladizê di seferê de bûn. Şeva borî di encama gulebarana kesê bi navê Resûl Azereş ê ji Rojhilatê Kurdistanê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ragihandinê, pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane Lokman Gergulî û Serbaz Çawşîn in. Hat zanîn ku piştî lêkolînan kesê sêyem ji alîyê asayîşa Qeladizê ve hatiye binçavkirin.
Di agahîyê de hat gotin ku êrîşkar li Herêma Kurdistanê rûdinişt û piştî kuştina 2 pêşmergeyan li ser sînor xwe radestî hêzên Îranê kiriye.


