
Li Yunanistanê kampa benabera ya bi nave Lavrion ji aliyê hukumetê ve hate valekirin û hinek penaberên ku lê wê derê dijiyan birin kampek din cih kirin.
Li gora daxûyaniya berpirsiyarên polisên Yunanîstanê (ELAS) ; 53 kesên ku li kampê dimînin, li kampusên din ên girêdayî Wezareta Koç û Koçberan hatine veguhestin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampa ku di sala 1947an de hatiye avakirin ji ber rewşa nebaş a avahiyan hatiye valakirin û di dema barkirinê de tu pirsgirêk derneketine.

Piştî sala 1980ê piranî koçberên ku ji Tirkiye û bakurê Kurdistanê xwe didan aliyekî diçûn Yunanistan û li Kampa Lavrion cih dibûn. Lê hêdî hêdî PKKê dest danî li ser vê Kampê û wek baregehek ji xwe re karanî. Lavrion bibû nawendeka PKKê di nava Ewropa de. Gelek cara Lavrion , wek Qendila duyem yan jî wek Mexmûr dihat navkirin.
Hukumeta Tirkiye jî ji bo çalakiyên PKKê di vê kampê de gelek cara rexne li hukumeta Yunan kiriye û ev yek bibû sedemeka pirsgirêka di navbera herdu welatan de jî.
Li ser avahiya Kampa Lavrion alên PKKê bilindbûn. Ji derê çalakvanên PKKê kesek ne dikarî herê û bimîne di vê kampê de.

Ji bo girtina Lavrion aligirên PKKê li Atinaya paytextê Yunanistanê xwepêşan kirin û ev biryara hukumeta Yunan şermezar kirin. Herweha medya PKKê de ve helwesta berpirsên Yunanî gelek hate rexnekirin. Dixweyê PKKê li ewropa nawendeka xwe ji dest da.


