CîhanRojev

Hevrikê Twitterê Threads dest bi weşanê kir

Meta, ku xwedîyê Facebook, Instagram û WhatsAppê ye, bi navê Threads platformek din a medya civakî ava kir. Threads wek hevrikê Twîtterê tê nirxandin.

Di daxuyanîya Meta de hat ragihandin ku Threads serlêdanek nû ye û ji hêla tîma Instagram ve hatiye çêkirin da ku naveroka nivîsan parve bike û beşdarî nîqaş û dansûtendinên gelemperî bibe.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku bikarhêner dikarin bi rêya hesabên xwe yên Instagramê têkevin platforma nû. Di daxuyanîyê de herweha hat diyarkirin ku li ser platforma nû sînorê karakterê nivîsê 500 e û lînkên wêne û vîdeoyên 5 deqîqeyî jî dikarin bên parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Threads li zêdetirî 100 welatan ji bo iOS û Androidê heye û li van welatan jî ji App Store û Google Play Store tê daxistin.

Rêveberê Giştî yê Meta, Mark Zuckerberg diyar kir, vîzyona Threads ew e ku ji bo danûstendinê cîhekî gelemperî, vekirî û dostane biafirîne, ew hêvî dikin tiştê ku ezmûnek nû li dora nivîs, raman û nîqaşa hişê mirovan biafirînin.

Back to top button