Biryara Tirkiyê ya rawestandina geştên esmanî yên firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê heta 3ê Çileya 2024ê hat dirêjkirin. Di 3ê Nîsanê de qada hewayî ya Tirkiyeyê ji balafirên ku dê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bikar bînin hatıbû girtin.
THYyê diyar kir ku heta serê sala 2024an dê seferên balafiran ên Silêmaniyê neyên kirin û biryara navborî bê cîbicîkirin.
Berdevka Wezareta Karên Derve Tanjû Bîlgîç ragihand ku ji 3’ê Nîsanê ve bikaranîna balafirên ku dê balafirgeha navnetewî ya Silêmaniyê ya Iraqê ji bo daketin û rabûnê bikar bînin, hatiye girtin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Karên Derva hat dayîn de hat diyarkirin ku biryar di qonaxa ewil de heta 3yê Tîrmeha 2023an derbasdar dibû.