CîhanRojev

Faîk Zeydan daxwaza radestkirina Iraqiyê ku Quran şewitand kir

Heyeta Dadwerîya Bilind a Iraqê, ji bo Selwan Momikayê ku bi eslê xwe Iraqî bû û li Swêdê Quran şewitandibû radestî welêt bibe û bê darizandin doz vekir.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Iraqê INA, Serokê Lijneya Bilind a Dadwerîyê Faîk Zeydan, ferman daye ku Iraqiyê li Stockholma paytexta Swêdê Quran şewitandiye vegerîne welêt û bê darizandin. Ji bo vê yekê ferman daye ku gavên pêwîst ên qanûnî bên avêtin.

Li alîyê din, di daxuyanîya nivîskî ya Wezareta Karên Derva ya Iraqê da hat îfadekirin ku kiryara li dijî Quranê hatiye şermezarkirin.

Li Stockholma paytexta Swêdê Salwan Momika yê bi eslê xwe Iraqî di bin paraztina polîsan de li ber Mizgefta Stockholmê Quran şewitand.

Back to top button