Serokê Rêveberîya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de banga vekirina rûpelek nû kir.
Nêçîrvan Barzanî, cejna misilmanên Iraqê û hemû cîhanê pîroz kir. Barzanî bi minasebeta hatina Cejna Qurbanê peyamek nivîskî ya pîrozbahîyê weşand.
Barzanî got: “Werin em peyama lêborîn, aştî û pêkvejiyanê hembêz bikin û wê bikin derfeta nûkirina peywendîyên xwe û veguhertina rûpelek nû“ û bang li alîyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku rûpelek nû vekin.
Nêçîrvan Barzanî herweha got: “Berî her tiştî gelê Kurdistanê çaverê ye ku alîyên siyasî vê cejnê bikin derfetek ji bo em bi yekrêzî ber bi pêşerojek baştir ve biçin. Werin em hemû vê hêvîyê bi cih bînin”.