
Generalê berê yê Amerîkayê Ernest Auderno, ji çapemenîyê re axivî û bal kişand ser ewlekarîya Herêma Kurdistanê. Auderno got ku divê rêveberîya Washingtonê ewlehîya Kurdistanê misoger bike.
Auderno, diyar kir ku Kurdistan hevpeymanê sereke yê Amerîkayê ye,niha pêdivîya wê bi sîstema berevanîya hewayî heye û da zanîn ku di bin gefa Îranê û hêzên nêzîkî wê de ye. Auderno, bal kişand ser wê yekê ku Pentagon dikare bi du awayan sîstema berevanîya ezmanî bişîne Herêma Kurdistanê û got: “Rêya yekem ew e ku perwerdeya sîstema berevanîya ezmanî bide Hêzên Pêşmerge û rêya duyem jî ew e ku Amerîka bi xwe sîstemê kontrol bike”.
Auderno herweha got: “Ez ji sedî sed piştgirîyê didim şandina sîstema paraztina hewayî ya Herêma Kurdistanê”. Komîteya Asayîş û Berevanîya Kongresa Amerîkayê bendek li ser guhertina Wezareta Berevanîyê ya sala 2024an zêde kir û tê de daxwaz kir ku sîstema berevanîya ezmanî ji Hêzên Pêşmerge re bê dayîn.


