
Nifûsa Almanyayê di sala 2022an de ji sedî 1,3 zêde bû û derket 84,4 milyonî. Rêjeya biyanîyan derket %14,6.
Li gor daneyên ku ji alîyê Daîreya Îstatîstîka Federal ve hatin weşandin, nifûsa Almanyayê par ji sedî 1,3 zêde bû. Daîreya Îstatîstîka Federal a Wiesbadenê ragihand ku heta dawîya sala 2022an 84,4 milyon kes li Almanyayê dijîn. Rêjeya biyanîyan derket %14,6.
Hat ragihandin ku ji van kesan ji sedî 1.34 hemwelatîyên Tirkîyê, 1.05 milyon hemwelatîyên Ukraynayê û 883 hezar jî welatîyên Sûrîyê ne. Hejmara Ukraynîyên ku li Almanyayê dijîn di sala 2022-an de ji şeş qatan zêdetir bûye. Rêjeya biyanîyan di dawîya sala 2021an de %13,1 bû. Di salekê de hejmara biyanîyan 1,4 milyon zêde bû, hejmara welatîyên Almanyayê jî 309 hezar kêm bû.
Nifûsa Almanyayê bi koçberan re nû bûye Rêjeya welatîyên Almanya yên di bin temenê 20 salî de ji sedî 18,6 bû, yên di navbera 20 û 59 salî de jî ji sedî 49 bû. Li gor îstatîstîkan rêjeya kesên ji 59 salî mezintir ji sedî 32,4 e.