CivakRojev

Herêma Kurdistanê welatê derfetan e

Cîgirê Serokê Karûbarên Rojhilata Navîn yê Odeya Bazirganî ya Amerîkayê Steve Lutes, ragihand ku yek ji faktorên sereke yên hatina kompanîyên Amerîkî bo Herêma Kurdistanê aramîya Herêma Kurdistanê ye.

Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî ya Amerîkayê Steve Lutes, di merasîma destpêkirina Invest Kurdistan de, pêngavên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên ji bo reforman girîng pênase kir û tekîd li ser wê yekê kir ku peywendîyên bazirganî di navbera Amerîka û Kurdistanê de hene û divê herêm bê xurtkirin.

Steve Lutes, di axavtina xwe de got: “Em tekezî li ser sektora çandinîyê dikin û yek ji faktorên sereke yên hatina kompanyayên Amerîkî aramîya Herêma Kurdistanê ye. Em kêfxweş in ku gelek kompanîyên çandinîyê di warê xurek, berhemanîna çandinîyê, hilanîn û belavkirinê de li gel me hene. Tîm ji 14 pargîdanî û 24 karsazan pêk tê”.

Lutes, tekezî li ser bihêzkirina peywendîyên bazirganî yên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kir û got: “Şanda li gel me li ser daxwaz û nerîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ji bo pirrengkirina aborîya Herêma Kurdistanê, bersivek e. Ez dikarim bêjim Herêma Kurdistanê welatê derfetan e”.

Lutes herweha got: “Li gel Invest Kurdistan emê bibin şirîkek mezin û hewl bidin ku li Kurdistanê sermayesazîyê bikin. Ji bo kesên ku dixwazin li Kurdistanê kar bikin emê bibin faktor û teşwîq”.

Back to top button