Leşkerê bi navê Cole Bridges ê 22 salî ku bi hevkarîya DAIŞê tê sûcdarkirin sûcên xwe qebûl kir û li xwe mikur hat
Serbaz Cole Bridges, bi tohmeta piştgirîya taktîkî ya ji çekdarên DAIŞê re, piştgirîya êrîşên terorîstî yên plankirî li New Yorkê, dihat sûcdarkirin û di encamê de Cole Bridges sûcên xwe qebûl kir. Bridges, ku li Dadgeha Federal a Navçeya Başûr a New Yorkê derket pêşberî dadger, ji dadwerê dadgehê Lewis J. Liman re got ku ew sûcên xwe qebûl dike.
Li gor Dengê Amerîka, Serdozgerê Navçeya Başûrê New Yorkê Damian Williams jî ragihand ku Bridges li dadgehê li sûcê xwe mikur hatiye. Dozger her wiha da zanîn ku Bridges li xwe mikur hatiye ku ji bo DAIŞ êrîş bike û leşkerên Amerîkî li Rojhilata Navîn bikuje xizmeta DAIŞê û îdyolojîya tundîyê kiriye.
Li gor îdîanameyê Bridges ê 22 salî ku li Ohio ji dayik bûye û mezin bûye, di Îlona 2019an de tev li Artêşa DYA bûye. Wî xizmeta xwe wek leşkerek di piyadeyan de li Fort Stewart, Georgia dest pê kiriye. Di komputera Bridges de gelek tomarên ku piştgirîyê didin cîhadîstan û îdyolojîya wan hatin dîtin.
Bridges ê ku 20 sal ceza lê tê birîn, wê di 2-ê Mijdarê de derkeve pêşberî Dadwerê Federal ê Navçeya Başûr yê New York Liman.