CîhanRojev

Werzişvanê Kurd cara 7emîn bû şampiyonê Asyayê

 

Werzîşvanê Kurd ê Kazaxistanê Abdulmenaf Tûzûev, di Şampiyonîya Guleşta zend û bendan a Asyayê de li Dubaîyê hat bi ser ket û cara 7emîn bû şampiyonê Asyayê.

Şampiyoniya Guleşta Destan (a zend û benda)a Asyayê li bajarê Dubaî yê Mîrektiyên Erebên Yekbûyî hat lidarxistin. Di şampiyonîya ku werzişkarên 19 welatan tê de beşdar bûn, werzişvanê Kurd Ebdulmanaf Tûzûev, ku li ser navê Kazakistanê di 85 kîlo de li pêşbirkê bû, hem di destê rast û hem jî yê çepê de bû şampiyonê Asyayê. 

Tuzuev ê 24 salî ku li Almatiya Qazaxistanê ji dayik bûye, ji zarokatîya xwe ve bi sporê re eleqedar bûye. 

Tûzûev ku beşdarî pêşbirkên cuda yên navnetewî bûye, di salên 2019, 2021 û 2022an de bû şampiyonê cîhanê. Ji sala 2017 heta 2023an 7 caran li pey hev bû şampiyonê Asyayê û di heman salan de jî 7 caran li pey hev bû şampiyonê Kazakistanê.

 

Back to top button