Stranbêja Kurd a operayê Pervîn Çakar, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî serlêdana xwe ya ji bo “karkerên solîst yên operayê” ya li Midûriyeta Giştî ya Opera û Balet a Dewletê (DOB) daxuyanî da.
Çakar, anî zimên ku 2 serlêdanên wê yên salên borî jî di lîsteyê de cih negirtine û wiha got: “Li gor xala 8 emîn a qanûna bi hejmara 1309an a Personelên Opera û Baletê; “Yên ku ji mêj ve bi serfirazîya xwe ya bilind di jiyana sahneya opera û baletê ya welêt de têne nas kirin, bi biryara komîteya teknîkî dikarin bêyî muayeneyê bên girtin. Bi wan re peymanek îdarî tê çêkirin”. Li gor xala 8 emîn a Opera û Baletê ya Dewletê ‘dosyaya min a kadroya solîst a operayê ku di salên borî de min du caran serlêdan kiribû, hema bêje qet nehatibû lîsteyê. Ez difikirim ku sedem eşkere ye “.
Çakar, îdia kir ku her çend 2 sal berê li Opera û Baletê ya Dewletê diyar kiribû ku xala 8emîn wê bê betalkirin jî, wê di meha borî de hunermendek biriye karmendê.
Çakar di nivîsa xwe de ev gotin bi kar anîn:
“Şopînerên min yên hêja, ez dibêjim neaxivim, lê nabe. Nelirêtî nayên paşguh kirin. Bi rastî jî Midûriyeta Giştî ya Opera û Baleta Dewletê ku du sal berê diyar kiribû ku xala 8emîn wê bê rakirin, meha borî jî bi awayekî derqanûnî bicîhkirina hunermendan di nav karmendan de berdewam kir. Gelek hunermendên ku di salên borî de neheqî li wan hatiye kirin, doz vekirine. Gelek ji wan bi ser ketin û kadroyên xwe girtin, lê yên mayî jî êş kişandin. Li şûna ku ez dozê vekim, min biryar da ku têkoşîna xwe û hunera xwe li derve bidomînim. Ez bi tundî karkirina hunermendan şermezar dikim ku bi dayîna çend konserên li derveyê welêt hewl dan ku nîşan bidin ew çiqasî serketî ne yan jî li welatê wan navên wan ne diyar in. Ev kadroyên bi lez û bez berî hilbijartinê xwe avêtin himbêza Opera û Baleta Dewletê bi rastî jî neheq in. Em bêjin ne adil e jî tiştek naguhere. Hûn bi edaleta ku dereng tê çi dikin“.