CivakRojev

PDK: YNKê bi dehan pêşniyarên me red kirin

Berdevkê Fraksiyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Pêşewa Hewremanî ragihand ku ewê bi berfirehî kar û xebatên hilbijartinê yên PDKê pêşkêş bikin.

Hahramanî di derbarê geşedanên dawî yên hilbijartinê de daxuyanî da çapemeniyê. Hahramanî wiha got: “Me ji bo hilbijartinan gelek tawîz dan. Me salek berî bidawîbûna dema parlamentoyê pêşniyara avakirina komîsyonekê kir û me tu carî daxwaza dirêjkirina sala yasayî ya parlamentoyê nekir”.

Berdevkê Fraksiyona PDKê Hewramanî herweha got: ” Me di bin her şert û mercî de li hev kir, lê belê astengî berdewam in. Berpirsiyarê paşxistina civînan jî YNK ye. YNK bi dehan pêşniyarên me red kirin. Partîêya Demokrata Kurdistanê ji bo pêkanîna proseya yasayî ya hilbijartinên îsal, neçar ma dema erkê parlamentoyê dirêj bike. Her hewldana me hat astengkirin. PDK sîstema piralî, guhertina yasaya hilbijartinan û hemû madeyên din qebûl kir, lê bi her rêkeftinekê re astengiyek din derket”.

 

Back to top button