CivakRojev

Kesên ku reklama nargilê û cixarê bikin wê bên girtin

 

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Hosnav ragihand, her kesê ku di medya û torên civakî de reklama cixare û nargîlê bike, wê bên darizandin.

 Hoşnav ji çapemeniya herêmî re got: “Reklamkirina cixare û nargîleyên elektronîk li strangeh, model û diyardeyên medyaya civakî qedexe ye“.

 Walî Hosnav got: “Kê ev yek kiribe wê ji alîyê dozgerîyê ve bê darizandin. Heman darizandin ne tenê di derbarê kesan de, di derbarê kanalên ku reklamê diweşînin de jî wê bê kirin”. 

 

Back to top button