
Tirkiye wê di 14ê Gulanê de biçe ser sindoqan, lê gelek mijarên ku li ser tên nîqaşkirin û li benda çareserîyê ne, di pêşangehê de hene. Yek ji wan pirsa Kurd e. Endamê MKYKê yê AK Partîyê Abdurrahman Kurt, diyar kir ku pirsa Kurd bi rêveberîyek xurt a dualî wê çareser bibe. Kurt, diyar kir ku modela rêveberîyên herêmî yên bi hêz wê di nîqaşên li ser pirsa Kurd a li Tirkîyê de bibe alîkarek girîng û destnîşan kir ku ew êdî hatiye qada qebûlkirina sîstemên ultra-demokratîk yên rêveberîyên herêmî.
Endamê MKYKê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt, li ser paşperdeya pêvajoya çareserîyê, rola rojava ya di vê pêvajoyê de, referandûma Kurdistanê û dijberîya Tirkîyê, modela federasyonê ya li Tirkîyê û xurtbûna demokrasîya ultra nirxand. Kurt, ji K24ê re nirxandinên girîng kirin.
Abdurrahman Kurt, anî zimên ku dewletên Rojava naxwazinpirsa Kurd çareser bibe û got: “Gelo Rojava dixwaze pirsga Kurd çareser bike? Ev pirsek cihê pirsê ye. Ya herî hêsan ev e, dema em li bûyerên Sûrîyê dinêrin, ger Rojava Sûrîye bixwesta, wê evqas aloz nekira. Heger em bi çavê Sûrîyê li Tirkîyê binêrin, li şûna ku PKK/PYD li wir bihêz bibe, ENKS wê bihêz bibûya – hem zemîna amade û hem jî girêdana wê ya civakî pir bihêztir e- wê bi Tirkîyê re ewqas xirab nebûya. Ewqas bi Ereban re nediketin nava hev. Ji bo çareserîya pirsgirêkê wê bingehek pir bihêztir heba. Lê PKKê çi kir? Ez her tim dibêjim, piştî peymanên petrolê yên bi Tirkîyê re, yanî piştî peymanên petrolê yên Barzanî re pênûsa wî şikandin, PYD ava kirin û gotin ku birêz Mesûd Barzanî alternatîfa hevsengîyê heye“.
Kurt, anî zimên ku pêvajoya referandûmê bi helwesta dewletên Rojava ve girêdayî ye û got: “Belê, xitimandina pêvajoya referandûmê rasterast bi van pêvajoyan ve girêdayî ye. Mînak PKK li dijî birêz Barzanî bû, Amerîka li dijî bû, Tirkîye li dijî bû, Îran li dijî bû û Iraq li dijî bû. Tiştê herî şaş ew bû ku Tirkîye li dijî wê bû. Min ev her tim gotiye û paraztiye. Eleqeya li vir tenê Tirkîye bû. Birêz Barzanî dijminatîya Tirkîyê nekir. Di referandûma li wir de mesele ne avakirina dewletê bû, mirov vê fikrê dipirse. Ew referansa fikrê bû û hincetên qanûnî û yên wê demê tunebûn. Lê birêz Barzanî neçar bû ku vê yekê bike”. Li ser pirsa çima birêz Barzanî neçar ma Kurt got: “Dê diviyabû statûya Kerkûkê bihata diyarkirin. Bi vê tesbîtkirinê re, divê ku di dîrokê de têbinîyek girîng bihata kirin. Her wiha gotûbêj li ser wê yekê jî hatin kirin ku gelo pêşmerge bibe beşek ji artêşê, gotûbêj li ser pişka petrolê jî hatin kirin. Birêz Barzanî ji neçarî ev yek kir. Ji ber vê yekê dibe ku wî hêvî dikir ku ev yek bi wî re derkeve serî. Lê ya herî xirab li gor min helwesta Tirkîyê bû. Diviyabû Tirkîye wê demê helwestek dijminatî negirta. Niha wisa dibêjin, poşman in, rast e, lê diviyabû wî çaxî ev yek nekira. Heger wî çaxî ev yek nekiriba, wê bi Kurdan re li ser bingehek pir saxlemtir danûstandin bikira. Şikandina herî mezin di warê Kurdên ku ne PKKyî ne û ne HDPyî ne jî piştî wê referandumê çêbû”.
Kurt, di derbarê federasyonê de jî axivî û da zanîn ku di nava demokrasî rêveberîyên herêmî de Kurd dikarin mafên xwe yên çandî û siyasî bidestxin û divê em rê ji vê yekê re vekin.


