
Piştî erdhejên bi mezinahîya 7.7 û 7.6 rîxterê ku di 6ê Sibatê de li navçeyên Pazarcik û Elbistana Mereşê rû dabûn, tîmên Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîyê hatin herêmê û di nava yekemîn tîmên lêgerîn û rizgarkirinê de bûn.
Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di merasimên ku li Enqereyê hatin lidarxistin de “Plaketa Bilind a Fedakarîya Dewletê” da tîmên netewî û navnetewî.
Ji bo Tehsîn Şero Ehmed, ku bi fermî ji bo merasîmê hatibû vexwendin, wek berpirsê tîmên hawarçûnê, rizgarkirin û bizîşkî yên Herêma Kurdistanê, plaketek hat pêşkêşkirin.
Wek tê zanîn, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û tîmên tenduristî yên Herêma Kurdistanê ji bo herêma erdhejê hatibûn şandin.


