
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo têkilîyên cûrbecûr hat Herêma Kurdistanê. Yapicioglu li bajarê Selahedînê bi Serok Mesûd Barzanî re civîya.
Di derbarê hevdîtinê de HUDA-PARê daxuyanîyek da û di daxuyanîyê de hat gotin ku “Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya li Tirkîyê û Iraqê, li ser rewşa siyasî ya niha hat axavtin û li ser mijarên din lihevkirinek hat kirin”.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku wê têkilîyên di navbera HUDA PAR û PDKê de di pêşerojê de geştir û berdewamtir bibin.


