CîhanRojev

Tirkiyê 10,6 milyar dolar ji bo parastinê xerc kiriye

 

Enstîtuya Lêkolînên Aştî ya Navnetewî ya Stockholmê (SIPRI) rapora xwe ya li ser lêçûnên leşkerî yên sala 2022an eşkere kir. Li gor nûçeya DW, lêçûnên leşkerî yên cîhanê di sala 2022an de li gor sala borî ji sedî 3,7 zêde bû û derket 2 trîlyon û 240 milyar dolarî. Ev mîqdar ji sedî 2,2 ê hilberîna nesafî ya navxweyî ya welatan pêk tîne.

Li gor raporên SIPRI, lêçûnên leşkerî yên cîhanê ku ji sala 2015an û vir ve her sal zêde dibin, di sala 2022an de rekor şikandiye. Lêçûnên leşkerî yên cîhanî ji sala 2013 heta 2022 ji sedî 19 zêde bûne.

Li gor rapora SIPRI, Tirkiyê di sala 2022an de 10,6 milyar dolar ji bo parastinê xerc kiriye ku piranîya wan çek û sîlehan jî li dijî Kurdan hatiye bikaranîn.

 

Back to top button