CivakRojev

Bi hêviya ku ev cejn bibe havênê pêşvebirina aştiyê

Serokwezîrê herêma Kurdistanê bi minasebeta hatina cejna Remezanê peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi boneya hatina Cejna Remezana pîroz, pîrozbahiyeke germ arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim, bi taybetî pîrozbahiyê li Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û kesûkar û malbatên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan dikim. Hêvîdar im di xweşî û şadî û keşeke aram de rojên cejnê derbas bikin.

Bi hêviya wê yekê ku ev cejn bibe havênê xweşî û xweşguzeranî û pêşvebirina aştî û tebayî di navbera hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê  de û seqamgîrbûna aştî û aramiyê li cîhanê.

Cejna we pîroz be û her dem di xweşiyê de bin

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

20ê Nîsana 2023an

Back to top button