
Lêkolînek nû destnîşan kir ku vexwarina vexwarinên mîna kolayê her roj xetera mirinê bi qasî ji sedî 20 zêde dike, lê vexwarina çay zan qehweyê rêjeya mirinê kêm dike.
Doçent Profesorê Nutrition û Epidemiologê li Zanîngeha Harvard Dr. Tîmek û Qi Sun eşkere kirin ku vexwarina vexwarinên şekir û gazkirî yên mîna kola her roj xetera mirinê ji sedî 20 zêde dike.
Li gor encamên lêkolînên ku di Kovara Bijîşkî ya Brîtanî (BMJ) de hatin weşandin, li şûna kola vexwarina qehwe yan çayê xetera mirina kêmtir dike.
Di lêkolîna daneyên 15,486 kesên ku bi nexweşîya şekir a 2 ketine, derket holê ku vexwarinên wek kola û gazkirî di mirina wan a pêşwext de rolek sereke lîztine. Zanyaran 18,5 salan lêkolîn li ser kesên ku vexwarinên gazkirî û bi şekir bi kar anîne lêkolîn kirin û di encamê de diyar kirin ku ji sedî 22yê van kesan bi nexweşîya dil û damarî ketine û di vê demê de hema hema nîvê wan mirine.
Li gor vê, di nava 18,5 salên navborî de 3 hezar û 447 kes bi nexweşîya dil û damaran ketine û 7 hezar û 638 kesan jiyana xwe ji dest dane.


