
Hunermend Kurd Alî Baran, ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî li Tirkîyê hat girtin û nikare vegere Almanyayê. Alî Baran, diyar kir ku ji bo azadîya wî 1,5 milyon lîre (70 hezar euro) wek temînat jê tê xwestin û wiha got: “Ez ne mîlyoner im. saz û dengekî min heye”.
Hunermend Alî Baran ê ji Dêrsimî, ku ji bo xebatên albûma xwe hat Tirkîyê, ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û qedexeya derketina derve hat dayîn. Ji bo rakirina qedexeya derketina derve ji Baran 1,5 milyon lîre temînat tê xwestin.
Baran anî zimên ku sedema binçavkirina wî parvekirinên li ser medyaya civakî ye û hemû nivîsên wî li ser aştîyê ne.
Baran roja din dema bi parêzerê xwe re çû îfadeyê, diyar kir ku bi lez û bez ceza li wî hatiye birîn û got: “Min ji dadgehê re got, ez mirovekî 70 salî me, ne di dilê min de ye ku birevim, bihêlin ez biçim konserên xwe û alîkarîya herêma erdhejê bikim. Tevî vê yekê jî qedexeya derketina derve li min hat dayîn. û 1,5 milyon lire temînat pêwîst e. Ez ne mîlyoner im. Saz û dengekî min heye. Min got ez van pereyan ji ku bibînim, kesî guh neda min, derî li rûyê min girtin”.


