CivakRojev

Rêveberîya xweser deklerasyona xwe eşkere kir

Rêveberîya xweser a Rojava  deklerasyona xwe ya di derbarê rewşa Sûrîyê de eşkere kir. Di deklerasyonê de hat gotin ku „ Îro li hemû Sûrîyê pirsgirêkên cidî yên birçîbûn, xizanî, bêkarî, ewlehî û tenduristiyê hene. Bi karesata erdheja dawî re ev pirsgirêk hîn kûrtir bûne. Gelên me yên ji hemû pêkhateyên etnîkî û olî vê rewşê heq nakin û li benda çareserîyekê ne ku di zûtirîn dem de aştî û aramîyê pêk bîne. Li hember rûdanên heyî divê hemû hêzên siyasî yên berpirsyar gavan bavêjin ku çareserîyek hevbeş li ser esasê diyalog, gotûbêj û lihevhatinê pêk bînin, da ku Sûrîye di zûtirîn dem de bigihêje pêşerojek aram û demokratîk. Wek Rêveberîya Xweserîya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê em carek din biryardariya xwe ya li hemberî gelan tînin zimên.

Di berdewamîya deklerasyonê de hatiye gotin ku “ em wek hêzên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê alîgirê yekparçeyîya Sûriyê ne. Çareserîya pirsgirêkên li Sûrîyê tenê di çarçoveya yekîtîya welêt de dikarin bên dîtin. Di vê çarçoveyê de em radigihînin ku em bi rêveberîya niha ya dewleta Sûrîyê û hemû pêkhateyên civakî, siyasî û sivîl yên Sûrîyê re di çarçoveya danûstandinên bername, proje û perspektîfên çareserîyên hevbeş de ji bo pêşxistina çareserîyê ji danûstandin û diyalogê re amade ne“.

Di deklerasyonê de herweha hatiye gotin ku “ di bingeha pirsgirêka Sûrîyê de nebûna demokrasîya siyasî û civakî heye. Pirsgirêka hemû beşên civakî, etnîk û olî jî di nav de ye ku di her warî de xwedî mafên wekhev bin û bi awayekî azad û demokratîk bijîn. Ji bo vê jî pêwîste çareserîyek demokratîk ku hemû civak tê de beşdar bibin, bê dayîn. Pêwîste hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên Ereb, Kurd û Asûrî di nav de wek pêkhateyên sereke yên Sûrîyê bên qebûlkirin, mafên xwe yên kolektîf bi dest bixin, bibin neteweya demokratîk û xwedî nirxên demokratîk, û sîstemek siyasî-rêveberîya demokratîk li ser esasê avakirina rêveberîyên herêmî yên nenavendî bê avakirin“.

Back to top button