CivakRojev

Gelo Demirtaş dikare bihêle ku PKK dev ji çekan berde?

 

Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî carek din nîqaşên li ser bêçekkirina PKKê anî zimên. Demirtaşê ku di daxuyanîya xwe de gotiye, “Piştî rejîma Erdogan a ku ji pevçûnan diçêre, ji bo PKK çekan berde çi ji destên me bê emê bikin û teqez emê bi ser bikevin”.  Yanî gotina Demîrtaş çiqasî realîst e? Demirtaş dikare rêxistinê bêçek bike? 

Di vê derbarê de Siyasetzan û Akademîsyen Vedat Koçal li ser vê pirsê dîtina xwe anî zimên û got ku çareserîya pirsa Kurd tenê li ser milê Kurdan nayê kirin.  

Koçal, di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku di rêya hilbijartinên 2023an de, baskê desthilatdar li gel têkoşîna li dijî terorê, teknolojî û hilberîna çekan wek hêmanek propagandaya hilbijartinê bi kar tîne û got: “Pirsa Kurd erka sereke ya nakokîya navxweyî bi zelalî radixe ber çavan”. Koçal, bal kişand ser ‘Kurdofobî’ û destnîşan kir ku pêkanîna însiyatîfa Demîrtaş bi xilasbûna ‘Kurdofobîya’ ku beşek girîng ji ya civaka Tirkîyê ye girêdayî ye.

Koçal amaje bi wê yekê kir ku pirsgirêk di heman demê de nabe sedem û di vî warî de bêyî ku bigihêje sedem û desttêwerdanê pirsa Kurd çareser nabe. Koçal got: “Heta ku erka nakokîyê di sîstema siyasî ya Tirkîyê de hebe û bingehên hişmendîya siyasî ya civaka Tirkîyê li ser nesekine, rêxistin çekan deyne jî wê nikaribin pirsgirêkê tespît bikin û çareser bikin”. 

 “Demirtaş yan jî HDP ne xwedîyê wê hêzê ye ku bi tenê vî karî bike” 

JI alîyê din, Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavioğlu di nirxandina xwe ya Dengê Amerîkayê de anî zimên ku giranîya Demîrtaş a di nava siyaseta Kurd de zêde bûye û got: “ Hêza Demirtaş yan jî HDP bi tena serê xwe nîn e. Lê dixuye ku wê HDP di heyama nû de li parlamentoyê bibe muxatabê pirsa Kurd û ger muxatabê din yê meclîsê CHP û muxalefet di hilbijartinê de bi ser bikevin, wê îradeya her du alîyan di bin banê meclîsê de pirsgirêkê çareser bike. Bi vî haweyî hem wê HDP di vî warî de xurt bibe û hem jî wê çekdanînê ji HDP re hêsantir bike“. 

Voa

 

Back to top button