Di pêvajoya her hilbijartinê de partîyên sîstemê gotinên xweş dibêjin û bi wan gotinan dixwazin Kurdan bikşînin alîyê xwe. Helbet dil dixwaze ku hemû gotin û sozên wan rast derkevin û piçekî be jî Kurd ber xwe bibînin û ji vê perîşanî û malwêranîya îro azad bibin. Bêguman mirêk û neynika gotinan kiryar û pratîk e.
Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikûlû, ku bi xwe jî Kurdê Amedê ye, di bernameyek televîzyonê de axivî û got, “Çek namîne, tundî çênabe, teror nabe. Emê bi diyalogê her tiştî çareser bikin”.
Sezgîn Tanrikûlû diyar kir ku ewê pirsgirêkê bi rêbaza parlamenterîyê çareser bikin û got: “Emê hemû partîyên siyasî yên li Meclîsê di vî karî de eleqedar bikin”. Tanrikûlû herweha got, “Di jiyana Tirkîyê û Kurdan de wê tundîya çekan pêk neyê”. Wê CHP çiqasî karibe bi PKK û rêvebirên Qendîlê re diyalogê deyne û şer pê bide rawestandin ne kifş e. Ji ber PKK partîyek taşeron e (bi gotina Ocalan) û ne serbixwe, wê karibe bêyî destûra Îranê dev ji şerê çekdarî berde yan na pirsek mezin e.