
Serok Barzanî bi minasebeta hatina cejna Qiyamê peyamekî pîrozbahiyê ji bo Kirîstiyanan ragihand.
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedêyê Dilovan û Mîhreban
Bi boneya hatina cejna Qiyamê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên me yên Kirîstiyan li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.
Ez hêvî dikim ku ew fersend bibe sedema xurtkirina biratî û tebayê di navbera hemû netewe û peyrewên hemû olan de li navçeya me.
Bi vê boneyê hêviya aştî, şadî û bextewariyê ji hemû xwişk û birayên me yên Xiristiyan re dixwazim.
Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
8ê Nîsana 2023