
Şeşemîn Nobeda Aştîyê ya ku ji alîyê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê ve bi daxwaza “Ji her kesî re aştî” hat lidarxistin, li avahîya şaxê pêk hat. Di daxuyanîya ku nûnerên parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên sivîl û rêxistinên pîşeyî yên bajêr amade bûn de hat gotin, “Li herêma me mafên bingehîn yên mirovan hatine binpêkirin, binpêkirina mafê jîyanê û êşkence dewam dike. Em di serdemek wisa de dijîn ku nirxên demokratîk yên mirovahîyê tune tên hesibandin”.
Daxuyanî ji alîyê Sekreterê Şaxa ÎHDê ya Amedê Yakup Guven ve hat xwendin. Guven got, “Bi axaftinên nefretê yên hin serok û komên partîyên nîjadperest û şovenîst, li dijî Kurd, jin, LGBTI+, Elewî, penaberên Sûrî şiddet û gotinên nefretê tên kirin. Nebûna rêziknameya qanûnî ya li ser sûcên nefretê yên li Tirkiyê jî, zemîna pêkanîna van sûcan bi awayekî sîstematîk organîze dike”.
Guven, anî zimên ku hin derdorên siyasî berî hilbijartinên pêşwext gotinên nefret, nîjadperestî û cudakarîyê kirine û ev rewş ji bo komên ku rastî şiddetê tên metirsîyê dide û got: “Em dizanin, em şahid in ku ev siyaseta nîjadperest, cudaxwaz û marjînal ji alîyê hikûmet û hemû hêzên ku daxwaza desthilatdarîyê kirine, bi taybetî jî li ser esasê dij-Kurdayetîyê di pêvajoya hilbijartinê de tê meşandin”.
Guven, bi berdewamî anî zimên ku, “Ji bo aştîya civakî bê misogerkirin emê têkoşîna xwe bidomînin. Emê ji bo paşvekişandina polîtîkayên nîjadperest, cudaxwaz û çêkirina rêgezên qanûnî yên ku sûcên nefretê ceza dikin, têkoşînê bidin“.


