
Ji hilbijartinên 14ê Gulanê re tenê çend hefte mane,berbijêrên serokomariyê diyar bûn. Dezgehê Bilind a Hilbijartinê; berbijêriya Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce, Recep Tayyîp Erdogan û Sînan Ogan eşkere kir. Piştî ragihandina berbijêran dezgehên lêkolîna bi lez û bez dest bi çêkirina rapirsîna kirin.
Herî dawî Dezgeha Lêkolînê ya Asal di navbera 25ê Adarê û 2ê Nîsanê de li 26 parêzgehan rapirsînek pêkanî. Di çarçoveya lêkolînê de ji welatiyan pirs hat kirin ku ew ê di hilbijartina serokomariyê de dengê xwe bidin kîjan berbijêrî. Li gorî vê yekê Recep Tayyîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 46,8 di serê lîsteyê de cih girt.
Encama Rapirsînê:
Receb Tayib Erdogan: % 46.8
Kemal Kiliçdaroglu: % 42.2
Muharem Înce: % 8.4
Sinan Ogan: % 2.6
Li gorî encamên vê rapirsînê eger hilbijartin derbasî tûra duyemîn bibe jî Recep Tayyîp Erdogan di rêza yekem de ye. Rêjeya dengên Erdogan ji sedî 51,4, rêjeya dengên Kiliçdaroglu jî ji sedî 48,6 bû.
Encam a Tura duyem:
Receb Tayib Erdogan: % 51.4
Kemal Kiliçdaroglu: % 48.6


