
Serok Barzanî bi minasebeta 43emîn salvegera jenosîdkirina Kurdên Feylî, peyamek ji bo Raya Giştî ragihand.
Peyama Serok Mesûd Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bêseruşûnkirina hezaran ciwanên Feylî û derxistin û jê standina nasname ji sedan hezar kesên li xûşk û birayên Kurdên Feylî ji aliyê rejîma berê yê Iraqê ve, beşek bû ji wê zincîre tawanên rêkxistiyên ku hikûmetên yek li piştî yekên Iraqî ji bo bişaftin û jinavbirina gelê Kurdistanê li sedsala bîstem de encam da.
Xûşk û birayên Kurdên Feylî di nav dewleta Iraqê de êş û azar û derbederiyeke zêde dîtine û tenê tawana wan Kurdbûna wan bû. Pêwîst e Hikûmeta Iraqê erkê xwe ya li qerebûkirin û çareserkirina giriftan û nehiştina asewarên jenosaydkirina Kurdên Feylî bi zûtirîn demê bi cîh bike.
Di salvegera çil û sêyem a jenosaydkirina Kurdên Feylî da hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî re dişînîn. Rol û dilsoziya xûşk û birayên Feylî ya ji bo doza neteweye wan û tevgera rizgarîxwaziya Kurd herdem cihê şanazî û pêzanînê ye.
Mesûd Barzanî
4ê Nîsana 2023


