Polîtîk
Li Qamîşlo hate revandin
Ji Bo Raya Giştî
Roja DuŞemî seat 6ê êvarê çalakvana Kurd Şîrîn Ehmed Li bajarªê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê ji aliyê çend çekdarên nenaskirî hate revandin.
Şîrîn Ehmed çalakvaneka Niştîmanperwer bû, û ji bo yekitîya gelê Kurd û piştgîrîya doza netewîya her parçeyên Kurdistanê xebat dikir.
Her wesa hevala tevgera me bû, em revandina çalakvana Kurd Şîrîn Ehmed bi tundî mahkum û şermezar dikin û bang li hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin ku li himberî vê heqaretê dengên xwe bilind bikin û zextê deynin ser asayîşa bajarê Qamîşlo.
29/01/2013
Encûmena Rêveberîya Hêza Şêrên Araratê (HŞA )