1ê Adarê rojeke taybete di dîroka neteweya Kurd de
Felsefeya têkoşînê ya Barzanî li ser wê bingehê bû ku ger em ji bo doza rewa ya miletê xwe nikaribin dost û hevalan peyda bikin, bi kêmasî dikarin dijmin û dijberan kêm bikin..
Fadil Mîranî
Roja 1ê Adarê rojeke taybete di dîroka neteweya Kurd de, ew roje ku ruhê nemir Barzanî vegerîyaye baregeha dilovanîya xwedê. Ji bo netewa Kurd roja avabûna karîzma û sembola netewî bû, roja koça dawî ya mamostayê mezin ê Kurdayetiyê bû. Wefata Barzanî valahiyeke mezin di dil û mejiyê hemû Kurd û Kurdistaniyan de hişt, ji ber ku me hemûyan pêwîstiya wî bi wî rêberî hebû. Siya Barzanî ji sîwana partiyê mezintir bû, baregeha Barzanî cihê ewlekariya demokrasî, biratî, niştimanperwerî û kurdayetiyê bû û ji êzdiyan bigire heta ereb û tirkmenên û suryanîyan.
Mistefa Barzanî ne bi hêza partiyek û ne jî bi hêza eşîretekê bû serokê neteweya kurd. Barzanî bi hêz û şiyana xwe, bi tekoşîna xwe, bi ramana xwe ya zelal û dûrbîn, bi cesaret û jêhatîbûna xwe û bi tevlîbûn û hest bi zehmetiyên gelê xwe bû cihê pêşengiya têkoşîna Kurd.
Kurda jê re digotin Peşawer mamostayê mezin ê kurdayetiyê û serok, ji Zaxo heta Xaneqîn û Mendelî fermanên Barzanî bi nameyê dihatin bicihanîn. Wî tu carî ji mafên neteweyî yên kurd û Kurdistanê tawîz nedaye û şagirt û peyrewên wî jî li ser heman rêyê ketine û tu carî ji mafên neteweyî yên kurd tawîz nadin.
Têkoşîna rizgarîxwaziya Kurdistanê bi serokatiya Mistefa Barzanî biryardariya miletekî di bidestxistina mafên xwe de dupat dike, heman tekoşîna ku di peymana 11ê Adara 1970ê de ku cara yekem bû tekoşîna netewî ya kurd derket holê. Serkirdayetiya Mistefa Barzanî herçend hertim di rewşek şoreşgerî de bû, lê her wiha bûye penageheke hertimî ji bo hemû niştimanperwerên iraqî bêyî cudahiya îdeolojiya wan.
Felsefeya têkoşînê ya Barzanî li ser wê bingehê bû ku ger em ji bo doza rewa ya miletê xwe nikaribin dost û hevalan peyda bikin, bi kêmasî dikarin dijmin û dijberan kêm bikin. Di çarçoveya vê felsefeyê de ye ku gelên Iraqê ne wek rejîma Bexdayê ku her dem li dijî Kurdan bû, dilgiran û piştevanê Kurdan û têkoşîna wan bû.
Îro em ku li Iraqê xwedî pêkhateyeke federal in, deyndarê Barzanî ne, çi destkeftî ji bo kurdan li vî beşê Kurdistanê hatiye bidestxistin, bi têkoşîn, fedakarî û rola bibandor ya rêbertiya nemir Barzanî ye. Baştirîn hewldan û dilsoziya bi vî rêber û karîzmaya me ya netewî berdewam kirina rêya wî ye ku em tekoşîna gelê xwe yê bindest bigihînin armanca dawî.
Mistefa Barzanî rêber û mamostayê me yê têkoşînê bû, hînî me kir ku li hember dijminên Kurd çok neçin û heta ku em negihin armanca xwe ya pîroz dev ji têkoşîna xwe ya netewî bernedin. Teşwîqkirin û aktîvkirina felsefe û rêya têkoşîn û berxwedanê ya Barzanî, encama têkoşîneke ku îro xizmeta doza neteweya me dike, bi xebat ji bo bihêzkirina pêkhateya siyasî ya Kurdistanê û bihêzkirina giyanê pêkvejiyan û pêkvejiyana gelê me ye. Cîhana îro ya ku bi gelek pirsgirêk û qeyranan re rû bi rû ye, bêguman wê li welatê me jî xwe bide xuya kirin. Ji bo derbaskirina vê rewşê yekrêziya gelê me û yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ji aliyekî ve dilsoziya bi rêya ku rêberê mezin Mistefa Barzanî di pratîkê de xêz kiriye, ji aliyê din ve jî pêşerojeke geş misoger dike. ji bo gelê me.
Her û her ked û wefadarî ji bo rêberê nemir ê miletê me Barzaniyê nemir e.
Bijî Kurd bijî Kurdistan
Fadil Mîranî
* Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê